Puxte: Ev gotar, di serpêhatîya Âdem an însên a di Qur’ânê de li ser navendîbûna zimên disekine. Têgihiştina têgeha xelîfe di ronîya bidestxistina zimên ji alîyê mirov, derbarê ‘serwerîya sîyasî di Îslamê de’ resmekî ji bin ve cuda pêşkeşî me dike. Ez dibêjim, li ser hîmê serpêhatîya afirandina mirov a di Qur’ânê de, ji nifşên berîya wî cuda, Âdem wek cureyek mirov ku dikare tiştan bi nav bike peyda dibe. Ji ber vê, berovajî ew nêrînên berbelav, Âdem ji wekîlê Xwedê bêtir xelîfeyê mirovên ne-axivêr e. Ez angaşta xwe bi rêya analîzkirina cudahîyên navbera du têgehên sereke, însân û beşer de saz dikim. Qur’ân herdu têgehan bo pênasekirina hin taybetmendîyên mirovan bi kar tîne. Peydabûna însên rastî afirandina heywanê axivêr tê. Lewma, têgeha xelîfe ya di Qur’ânê de, ji sazîyeke sîyasî bêtir merhaleyeke wêrarî ya di jîyana civakî ya mirov a li ser rûyê erdê dest nîşan dike.
Peyvên Sereke: xelîfe, ziman, Âdem, xelîfetî, derbirîn, tercîh.