Puxte: Ev nivîs bi îdîaya ku sînema wek cîwar (mekan) dikare bê analîzkirin
tevdigere. Cîwar, ewil di fizîkê de, tevî erdnîgarî, avahîsazî, sosyolojî, wêje û
felsefeyê îmkanên jinûvexwendinê dide. Nivîs dema tê sazkirin, ew bixwe
dibe binemayek û xwe dike cîwar. Peyv, wek alavên avakirinê, hêza wan a
watedayîn û sazkirina xuyangê de (a tê avakirin) tê ceribandin. Bi vê riwangeyê,
armanca nivîsê, di nav sînemaya kurd de wek xebateke kolandinê dikare
bê binavkirin. Bo vê armancê, Kurtefilm (2013), fîlma metrajdirêj a Ali Kemal
Çınarê ji bakurê Kurdistanê ji aliyê ciwarê tê veçirandin. Ali Kemal Çınar bi
tercîha xwe ya bo sînemaya serbixwe heta binerdî hewl dide xwe, civaka
xwe, bajarê xwe û cîhanê fam bike. Ev nivîs ceribandina yekem e di peywenda
sînemaya kurd û kurdbûn li ser rûzemînê dikare çi îfade dike.
Peyvên sereke: Sînemaya kurdî, Ali Kemal Çınar, veçirandina cîwêr, ‘zanist’a
kolandinê.