Li ser dîroka kurdan gelek pirtûk hene hin ji van xebatên şexsî hin jî yê dezgeh û xebatên akademîk in. Helbet gelek kurd ji ber valahiya derbarê dîroka Kurdistanê dabigrin dest davêjin van kitêban dixwînîn. Ew agahdariyên tepîsandî, zanîna di bin kontrola neyar û akademîsyenê nîyetxirab, derewker, bi zanîna dîroka ku jê re hatiye qedexekirin dixwaze hilweşîne. Mixabin gelek caran xwendina van kîtêban zikê hutê nêrîneke seqet têr dike. Ev hût ji nêrîn û tezê serdestan muteşekkîl e, serdest di nava hin hêmayan di nava çemberekî de li kurdan dinhêre, çiqas nivîskar dixwaze vê beravajî bike dawiya dawî de ew jî tezên serdestan dubare dike. Loma gelek kitêb û gotarên ser kurdan de kurd dîsa xayîn, dîsa nezan dîsa paşverû tên nişandan, pênûsa van nivîskaran bi awayekî mehçûp tenê sedemên paşverûtiyê nişan dide wek îddîa dike ku wiha wiha nebûya kurd jî dê baş bûna piranî jî bi anakronîzmeke amator. Ev hewldana bi niyeta dijderketina epîstomoljiya serdest dawiya dawî de bi aweyekî din xwe dide der…..
Next Article Kuştina Ciwanekî: AAron Swartz / BİLAL ATA AKTAŞ
Mihemed Şarman
Di sala 1983yan de li navçeya Milazgira Mûşê hatiye dinyayê. Pirtûkên wî yên çîrokan Pirça Winda (2010), Bermayiyên Demê (2014) û romana wî Kêmber (2015) ji nav weşanên Avestayê derketine. Email: mehmetsarman83@gmail.com