Bi editoriya Can Candanê ku li zanîngeha Boğaziçiyê akademîsyen û derhênerê fîlmên 3 Saet (2008) û Zarokê Min (2013) e û Suncem Koçera ku li zanîngeha Kadir Hasê akademîsyen e, çavkaniyek nû ya akademîk di warê xebatên kurdî de zêde bû. Kîteba Sînemaya Dokumanter a Kurdî li Tirkiyeyê; bi binnavê Estetîk û Polîtîkaya Berxwedan û Nasnameyê (Kurdish Documentary Cinema In Turkey-The Politics and Aesthetics of Identity and Resistance, Cambridge Scholars Publishing, 2016) bi beşdariya gelek kesên hêja derket holê. Di vê kîtêbê de sînema weke warekî xebatê ya zanistên civakî jî bi gelek lêkolînan û di forma babeta kifşê derdikeve pêşberî me. Ev rewş ne tişteke nû ye lê li gor vê kîtêba ku ji xebateke înterdîsîplîner pêk tê ji bo sînemayê fikirîneke nû lazim e. Wusa xuya ye kesên ku li ser sînemaya kurdî difikirin û dixebitin wê ji vê kîtêba ku ji aliyê akademîsyenên ji beşên cuda hatiye nivîsandin sûd wergirin. Ji ber vê di vê nivîsê de ji nivîsandina dîroka sînemaya dokumanter a kurdî bêtir hewl didim kesên ku li ser xebatên kurdî, sînemaya kurdî, netewe-borî dixebitin fikreke wan li ser vê kîtêbê hebe. Ez dixwazim balê bikşînim ser girîngiya kîtêbê ya ji aliyê kulliyata sînemaya kurdî û binê çend pirsên ku di vê mijarê de bên pirsîn xêz bikim.