Puxte: Hedefa sereke ya vê xebatê tehlîl û vekolîna tevgerên siyasî-civakî yên
bibandor li ser teşegirtina meydana “sînemaya kurdî” di serdema reformê1 de
ye. Loma em xwe dispêrin modelên pêşniyazkirî ji aliyê lêkolînerên ku teşeya
lokalîzebûyî ya hîpoteza Nowell-Smith, Terry Lovell û George A. Huaco ku di
çêbûna pêlên nû di sînemayê de ye, bi çawaniya afirandina “fîlmên bi zimanê
kurdî” li ser bingeha sînemaya ronakbîrî ya Îranê tê tehlîlkirin û di dawiyê de
em xwe dispêrin konsepta nezerî ya Pierre Bourdieu, taybettirîn hêmana bercesteker
a vê tevgerê ji sînemaya ronakbîrî ya Îranê û îcadkirina meydaneke
herêmî, weke “sînemaya kurdî” tê tehlîlkirin. Ev lêkolîn destnîşan dike ku di
nîveke duyem a deheya 70î şemsî de û çêbûna şert û mercên guncaw yên
dêsmanî2 ji bo teşegirtina tevgerên sînemaya nû, destpêkê “sînemaya etnîkî
ya Îranê” û piştre tevgera çêkirina fîlmên kurdî teşe girt ku piştre derhêneran
vê tevgerê bi bercestekirina taybetiyên ekola nû di fîlmên xwe de û meyla
wan bi derhênana fîlmên hevpar li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemarastebûna
li gel tevgerên wisa li Ewropa û Tirkiyeyê wan karî tevî parastina
hevpariyên li gel sînemaya Îranê xwe jî ji wê ciyawaz bikin û sermayeyên lazim
ji bo îcadkirina meydana herêmî “sînemaya kurdî” bi dest bixin.