Author: Khosro Sina

Sala 1971ê li Mahabadê ji dayik bûye. Mamosteyê zanko, derhêner û nivîskarê sînema û şanoyê ye. Heta niha çendîn fîlmname nivîsandine û derhêneriya çendîn fîlmên dirêj ên sînemayî, rêzefîlmên televîzyonî û şanogeriya profesyonel kirine. Sîna herwisa damezrênerê beşa huner li zankoya Azad a bajarê Sinê ye. Bi salan e wek mamoste ders gotiye û dibêje, mîna vekoler gelek babet û gotarên zanistî û workshopên hunerî bi rê ve birine. Email: xosrosina@gmail.com

Puxte: Ev xebat hewldanek e ji bo dahûrana merasîma Mîr Newrozî bi pêvîsteka şêweyî ya pêşandanên kolanî û şanoya berxwedanê, bi palpiştiya têgîna ‘karnawal’a Baxtîn. Bi heman mebestê tevî daxwuyandinên ramanên Baxtîn di avakirina têgîna kû bi palpişta têgîna weke pirdengî, kenên komîk, bedenên ecêb û xerîb û hem jî felsefeya çalakiya xwendina berawirdî bi çawaniya şikilgirtin û xwiyabûna dubare ya van têgînan di pêşandanên kolanî yên Mîr Newrozî de hat bicihanîn. Encamên vê xebata lêhûranê nîşan da ku ev têgîn di nasnavkirina pêşandana civakî-siyasî de Mîr Newrozî rola xwe ya bandordar hebûye û mirov dikare wê wek şêweya karnawala…

Read More

Puxte: Hedefa sereke ya vê xebatê tehlîl û vekolîna tevgerên siyasî-civakî yên bibandor li ser teşegirtina meydana “sînemaya kurdî” di serdema reformê1 de ye. Loma em xwe dispêrin modelên pêşniyazkirî ji aliyê lêkolînerên ku teşeya lokalîzebûyî ya hîpoteza Nowell-Smith, Terry Lovell û George A. Huaco ku di çêbûna pêlên nû di sînemayê de ye, bi çawaniya afirandina “fîlmên bi zimanê kurdî” li ser bingeha sînemaya ronakbîrî ya Îranê tê tehlîlkirin û di dawiyê de em xwe dispêrin konsepta nezerî ya Pierre Bourdieu, taybettirîn hêmana bercesteker a vê tevgerê ji sînemaya ronakbîrî ya Îranê û îcadkirina meydaneke herêmî, weke “sînemaya kurdî” tê…

Read More

Puxte: Analîza binemaya berhemên zargotinê û venêrîna hêmanên wan yên navmetnî û herwisa kişfkirina nimûneyên li gor wan, dibe sedema têgihîştineke baştir ji zatê edebiyatê û dikare alîkariya geşedana nimûneyên analîzê, ji bo cûreyên din yên edebî jî bike. Di vê lêkolînê de beytên Seydewan weke nimûneyeke taybet ji çîrokên kurdî yên folklor li gor nimûneya binemayê tê tehlîlkirin. Hedefa vê lêkolînê nasandina zargotina Kurdistanê û venêrîn û tehlîla çarçoweya berhemê li gor nasyartirîn nimûneyên binemayê ne. Rêbaza lêkolînê pirtûkxaneyî û tehlîlî ye û nîşan dide ku bi riya lêkolîna binemaya berhemê em dikarin dinyaya wateyî ya metnê têbigihêjin. Peyvên…

Read More