Seywan Seîdiyan Di sala 1972an de li Mahabadê ji dayik bûye. Xwendina xwe ya seretayî û kotayî li Mahabadê xilas kiriye. Ji sala 1995an pê ve bi awayekî domdarî xebatên xwe yên hunerî berdewam dike. Perwerdeya xwe ya hunerî li Tehran, Sine, Bokanê dît. Piştre li koleja hunerê ya zankoya Silêmanî, beşa wênesaziyê xwend. 14 pêşangehên wêne û fotografê bi takekesî wî li Tehran, Mahabad, Sine, Qezwîn, Silêmanî û Hewlêr çêkiriye. Çend pêşnûmayên performans, hunera çemkî bi rê ve biriye. Bûye rêveberê hunerî û dîzaynê yê 4 fîlmên sînemayî û belgenameyî. Bi xwe jî kurtefîlmek bi navê ev sêva ku …çêkiriye. 11 salan li Başûrê Kurdistanê penaber bûye. 10 sal karên grafîk dîzaynê kiriye, zêdetirî 300 rûbergên pirtûk û bi dehan logo, afîş û cd dîzayn kiriye. Çend sal in giraniya xebatên xwe yên hunerî daye peykersaziyê. 3 peyker li bajarê Hewlêrê çêkiriye. Peykera wî ya bi navê “enfal” 10,50m (deh metre û nîv) bilind e….
Previous ArticleaNahidayek ji Helbesta Kurdî (Roj)Hilatiye/FERZAN ŞÊR
Fexriya Adsay
Li Dêrika Mêrdînê hatiye dinyayê. Lîsansa xwe li Enqerêyê li Zanîngeha Rojhilata Navîn ya Teknîkî (METU) de beşa dîrokê de qedandiye. Li Zanîngeha Dicleyê ya Diyarbekirê di beşa sosyolojiyê û li Zanîngeha Mêrdînê ya Artukluyê di beşa Ziman û wêjeya Kurdî de master kiriye. Pirtûka wê Yezidi Kadınlar: Kültürel Sınırların Edilgen Taşıyıcıları sala 2014an de ji aliyê weşanxaneya Avestayê ve hatiye çapkirin. Ji îngilîzî bo tirkî û kurdî wergeran dike. Email: fadsay021@gmail.com