Puxte: Ji nîvê sedsala nozdemîn û vir de nirx û girîngiya çîrokên gelêrî kiriye ku lêkolîner bi armanc û rêbazên cuda li ser wan bixebitin. Rêbaza Vladimir Propp (1895-1970) a dariştenasiyê (morfolojî) ji van rêbazan yeka herî zêde naskirî ye. Bi xebata xwe ya li ser sedan çîrokên rûsî, hêmanên hevpar ên berbiçav ku wek binemala hemû çîrokên cadûyî tê qebûlkirin kişif kiriye. Ev sî û yek hêman, ew wek ‘erk’ binav dike, ji aliyê heft lehengên sereke yên çîrokên cadûyî tên meşandin. Armanca vê xebatê nasandina ev rêbaza Propp e û ji bo baştir bê famkirin, li ser rêbaza qalkirî wek mînak lêkolîneke dariştenasî li ser çîrokeke gelêrî hatiye kirin.
Peyvên sereke: çîrokên cadûyî, Vladimir Propp, dariştenasî, erk, leheng.