Destpêk
Têgehnasî bi wateya termînolojiyê ye ku herwisa bi wateya diyalîktolojiyê jî tê bikaranîn. Têgehnasî yek ji beşên bingehîn ên zanista edebî ye û mîna pêşmerceke xwendin û naskirina du beşên xweser ên zanista wêjenasiyê ango teorî û rexneya edebî tê hesibandin. Bi vî rengî têgehnasî li ser sê beşên sereke tê dabeşkirin. Têgehên edebî (literary term), ku bi xwe ji du teşeyan pêk tên, teşeyên gotarê (figures of speech) û teşeyên ramanê (figures of thought). Têgehên rexnegirane (critical terms) têgehên taybet û ferasetî ne ku bi riya rexnegirên pispor û şareza ketine nava zimên û beşek ji fikir û merîfeta rexnegiran jî di nava xwe de dihewînin. Têgehên teorîk (theoretical terms), zêdetir ferasetî û teorîk û razber in û derveyî hest û hîsê ne. Û pirî caran ligel metnên teorî û felsefe yên biroj û nûjen tên bikaranîn….