Puxte: Ev gotar li ser helbestên helbestvanê kurd ê navdar Cegerxwîn (1903-1984) hûr dibe. Piştî ku jiyan û kariyera Cegerxwîn di nav peywendekê dide rûniştandin, destnîşan dike ku helbesta kurdî ya klasîk di perwerdeya wî ya medreseyê de çawa afirîneriya helbestkî ya Cegerxwîn şêwandiye. Dûre, çewisandin û zilma ku gundiyên kurd ji destê axa, şêx û netewe-dewletan dîtine kiriye ku Cegerxwîn têkeve nav helwesteke civakî û siyasî ya marksîst û neteweperwer. Lê, ev nivîs ji sifetên besîtker yê “çepgir” û “neteweperwer” wêdetir diçe û îdia dike di gewhera helbestên wî de tebeqeyeke hê kûrtir heye: Bikaranîna berdewam a metafora şiyarkirinê. Lewma helbest û siyaseta Cegerxwîn dikare wek hewla şiyarkirina ji xewa kûr -kurd, gundî û karker jî tê de- a hemû komên civakî yên marûzî kedxwarî û zilmê dibin, bê şayesandin. Bi riya helbest û siyaseta wî ya şiyarkirinê, tê îdiakirin ku Cegerxwîn di nav rabêjên siyasî yên pêşverû yên dewra xwe de cî digire.
Peyvên Sereke: Cegerxwîn, helbesta kurdî, hişyarkirin, modernîzasyon.