Author: Metin Yüksel

Li Tirkiyeyê Zanîngeha Hacettepeyê Beşa Zanistên Polîtîk û Rêvebiriya Giştî de doçentê alîkar e. Doktoraya xwe ji Zanîngeha Chicagoyê ji Beşa Ziman û Şaristaniyên Rojhilata Nêz di sala 2011ê de wergirtiye. Xebatên wî di kovarên International Journal of Turkish Studies, Mid- dle Eastern Studies, e Muslim World, Journal of Postcolonial Writing û Ira- nian Studies de hatine weşandin. Pirtûka wî Kurdolojî û Malbata Celîlan: Hevpeyvîn Bi Celîlê Celîl û Cemîla Celîl Ra (2014) ji nav weşanên Avestayê derketiye. Edirne Sükutunun İç Yüzü (2009) û Bobinin Hatası (2011) yên Kamûran Alî Bedirxan û Celadet Alî Bedirxan bo tirkiya nûjen amade kirine. Email: yukselmetin1@gmail.com

Destpêk: Piştî Yekem Şerê Cîhanê, wek ‘normeke rewa ya navneteweyî’ netewe-dewlet ketin dewsa împeretoriyan. Di serdema netewe û netewe-dewletan de, xerîteya Rojhilata Navîn jî ji nû ve hate çêkirin. Piştî Şer li Rojhilata Navîn hewesa neteweperwerên kurd, ku diçe heta dawiya sedsala nozdemîn,3 binetewe-dewletek biencam nebû. Kurd ku ji sedsala şanzdehan ve heta destpêka sedsala bîstemîn4 li herêmên ser sînorên Îrana safewî û û Împeretoriya Osmanî ve jiyane, vê carê bûn kêmareke etno-lîngûîstîk li herêmên ser sînorên netewe-dewletên Rojhilata Navîn ên Sûriye, Iraq, Îran û Tirkiyeyê. Erdnîgariya siyasî ya nû dihate wê wateyê ku ew ê ji ber van netewe-dewletan ve di bin venêrînê de bin. Her çiqas kurd bi…

Read More

Puxte: Ev gotar li ser du diyariyên helbestkî yên ji aliyê du helbestvanên girîng ên kurd ên sedsala 20mîn, Abdulla Goran û Cegerxwîn ku bi du zaravayên sereke yên kurdî, soranî û kurmancî, bo Paul Robeson nivîsandine, disekine. Helwesta civakî û siyasî ya dij-nijadperest û dij-mêtinger a Goran û Cegerxwîn ku di helbestên wan de rûdide binxêz dike û lê dinere ka ev di peywenda nûsîn û teoriya pişt-mêtinger de dikare çawa bê xwendin. Ev gotar bi awayekî giştîtir armanc dike tevkariya xebatên derbareyê rabêjên piştgiriya pêşverûyên dema Şerê Sar ên di berhemên wêjeyî de bike. Piştî kurteya destpêk û…

Read More

Puxte: Ev gotar li ser helbestên helbestvanê kurd ê navdar Cegerxwîn (1903-1984) hûr dibe. Piştî ku jiyan û kariyera Cegerxwîn di nav peywendekê dide rûniştandin, destnîşan dike ku helbesta kurdî ya klasîk di perwerdeya wî ya medreseyê de çawa afirîneriya helbestkî ya Cegerxwîn şêwandiye. Dûre, çewisandin û zilma ku gundiyên kurd ji destê axa, şêx û netewe-dewletan dîtine kiriye ku Cegerxwîn têkeve nav helwesteke civakî û siyasî ya marksîst û neteweperwer. Lê, ev nivîs ji sifetên besîtker yê “çepgir” û “neteweperwer” wêdetir diçe û îdia dike di gewhera helbestên wî de tebeqeyeke hê kûrtir heye: Bikaranîna berdewam a metafora şiyarkirinê.…

Read More