Puxte: Sedemeke herî girîng a nûbûna helbestên kurdî di destpêka sedsala 20em de, girêdayî serhildana rojnamegeriyê bû. Ji ber belavbûna helbestên helbestvanên kurd di nava kovar û rojnameyên çaryeka yekem a sedsala bîstem de, tevgereke nû ya edebiyatê dest pê kir û komelek helbestvan jî derketine meydanê û wan bi guhertina naverok, teknîk û ruxsara helbestan, karîn helbesta kurdî derbasî qonaxeke nû bikin. Di vê nivîsê de em dixwazin destnîşan bikin ku karîgerî û bandora helbestên Hacî Qadirê Koyî li ser nûbûna helbestên kurdî di dema ku ew dijiya nebû, lê belê piştî ku wî wefat kir, bandor û karîgeriya wî xuya kir. Ew jî bi weşandina helbestên wî di nava kovar û rojnameyên çareka yekem a sedsala bîstem de bû. Herwisa em di vê tehlîlê de sîma û teşeya nû ya helbestên Hacî Qadir ên belavbûyî, ji hêla naverok û ruxsarê ve, diyar dikin û helbestên wî weke belge li ber destê me ne.
Peyvên sereke: Hacî Qadirê Koyî, helbesta nû ya kurdî, kovarên kurdî û rojnamegerî.