Puxte: Dema Komara Tirkiyeyê ji mîrateyên Impatatoriya Osmanî vediqete, wek ku ji nav jî diyar kiriye, dewleta tirkan wê bi sîstemeke nû ya polîtîk wê bi rê ve birin ku jê re dibêjin Komar. Ji bo avakirin û qewînkirina van herdu hêmanên netew dewletê –Komar û Tirkbûn- hewceyî bi nasnaveke homojen, bi “em”eke sêwirandî heye ku tê de hemî komên ne-tirk divê werin tirkkirin bi rêya pratîkên curbecur. Ji bo pêkanîna vê yekê, komên ne-misilman ên mîna rûm, ermen û cihû di ser nasnava ne-muslimantiyê re, kurd jî her çiqas misilman bin jî lê ji ber ku di nav dewletê de koma herî mezin û ya ne-tirk ew bûn, ew jî bi heman rêbazan re rû be rû dimînin ku ew rêbazên dewletê wek pêngaveke esasî tên qebûlkirin ji bo asîmîlekirin û helandina komên-netirk di nav tirkbûnê de. Ev polîtîka –ku bi tundî û biêş li ser komên ne-tirkan hatine sepandin, ku dewlet wan wek tehdîd qebûl dike li hember homojeniya sîstema nû -ji pratîkên perwerdehiyê bigre heya leşkeriyê, ji jiyana rojane heya jiyana aborî xwe didin der, ligel bi hezaran deformasyon û êşên civakî û polîtîk di nav van koman de.
Peyvên Sereke: Polîtîkayên tirkkirinê, adin, kêmarên ne-misliman, kurd