Puxte: Ev gotar, di nav cîhaneke de ku ji netew-dewlet û welatîbûnên newekhev pêk tê li ser diyardeya bêdewletbûn û aidiyeta siyasî disekine. Bi vî awayî ew ê di nav hizra civakî û siyasî ya hevdem de li sazûmaniya teorîk û têgehên bêdewletbûnê binere û di nav çarçoveya zagonî-siyasî ya netew-dewletan de û di pêvajo û pratîkên navneteweyî de bandora wan a bo têgehên nasnameya parvekirî û mafên welatîbûnê diyar bike. Di warê akademiyê de bidewletbûn piranî bi “tunebûn”a welatîbûn re eleqedar tê nirxandin û herwiha bidestxistina welatîbûnê wek çareseriyek bo bêdewletbûnê tê pêşkeşkirin. Her çiqas di cîhana hemdem de mafên welatîbûn û endamtiya dewleteke, di warê navneteweyî de, naskirî di mijara mafên mirovî yên kirdeyên siyasî de navendî be jî, şert û merc û tecrubeyên bêdewletbûnê bi riya bidestxistina welatîbûna fermî ji holê ranabe wek ku li her çar dorê cîhanê têkoşînên heyî yên komên bêdewlet ên siyasî, zagonî û leşkerî nîşanî me dide. Ji vê yekê, lêkolandina vê girîng e ka bê aidiyeta siyasî ya ku projeyên siyasî û çalakiya kolektîf ya gelên bêdewlet xurt dike çawa tê sazkirin û di navbera wan de wêrara hişmendiya neteweyî çawa tê ragihandin û şikl tê dayin. Aidiyeta siyasî ji bo pergala siyasî bidomîne an veguherîne armancên kolektîf diafirîne. Ev xebat lêkolînên bêdewletbûn û welatîbûnê yên teorîk û di nav kurdan de lêkolînên empîrîk ên qadê yên derbarê azmûnên subjektîf ên bêdewletbûnê bi ser hev vedike.
Ev proje ji bo bikaribe analîz bike ka di tunebûna netewe-dewletê de hişmendiya neteweyî çawa çêdibe, wê vegotinên koçberên kurd ên li Swêd û QYê bi kar bîne lê li derveyî welatên “resen” li ser rola netewe-dewletê ya şiklgirtina rabêjên derbarê bêdewletbûn û aidiyeta siyasî de jî wê bisekine.
Peyvên sereke: Kurd, welatîbûn, netewe-dewlet, aidiyet, neteweperwerî, diyasporaya bêdewlet, mafê çarenûsê yê neteweyî.Bar