Derhênerê kurd Shahram Alîdî, di sala 1971ê li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinyayê. Di dema xwendina xwe de Alîdî di gelek piyesên tîyatroyê de wekî aktor cîh digire. Pîştî xwendina lisansa ressamiyê di Fakulteya Hunerên Ciwan ya Zaningeha Tehranê, li Zanîngeha Hunerê (li Tehranê) dest bi xwendina derhêneriya sînemaya anîmasyonî dike. Alîdî, di gelek projeyan de wekî ressam, wênekar, dizaynor, grafîst, îlustrator û senografê sînema û tiyatroyê xebitiye. 6 sal piştî yêkem fîlmê xwe yê dirêj ku bi alikariya Wezareta Çandê ya Hikumeta Kurdistanê, li Kurdistana başur kişay, di sala 2015ê de duyem fîlmê xwe yê dirêj ku hêj nederketiye salonan bi alîkariya Şaredariya Mêrdînê û Akademiya Sinemayê ya Rojhilata Navîn li bajarê Mêrdînê, li Kurdistana Bakur kêşand. Shahram Alîdî niha li Tehranê dijî.
Yılmaz Özdil
Li Colemergê hatiye dinyayê. Di sala 2013an de li Parîs 3 Sorbonne Nouvelle de doktoraya ser sînemayê xilas kir. Tevî ku aktor, derhêner, montajkar û kameraman e, nivîsên wî li ser sinemayê di rojname û kovarên wek Le Monde Diplomatique, Express, Radikal û Birgünê de hatine weşandin. Navbera 2003-2006an de li Zanînegha Wanê beşa Radyo û telewizyonê de wek asîstan xebitiye. Niha li Mêrdînê Zanîngeha Artukluyê di beşa Ziman û Wêjeya Kurdî de ders dide. Email: yilmazozdil@artuklu.edu.tr