Author: Mîrza Baran

Di sala 1986an de li gundê Kepir ê bi ser navçeya Qerqaliyê (Ozalp) ve ji dayik bû. Salên xwe yên zaroktî û naşît li ber qeraxa Behra Reş borandiye. Li zaningehên Enqere û Stenbol û Yanyayê (Yewnanistan) yew¬naniya nûjen xwend. Vêga li Zaningeha Teknîkî ya Yıldızê (Stenbol) mamos¬tetiya Îngilîzî dixwine, di ber re jî li Zaningeha Bilgiyê di beşa Xebatên Çandî de mastera xwe li ser bêdengî û wendakirina zimên di sala 2014an de xilas kir. Email: baran.suat@outlook.com

Puxte: Dema Komara Tirkiyeyê ji mîrateyên Impatatoriya Osmanî vediqete, wek ku ji nav jî diyar kiriye, dewleta tirkan wê bi sîstemeke nû ya polîtîk wê bi rê ve birin ku jê re dibêjin Komar. Ji bo avakirin û qewînkirina van herdu hêmanên netew dewletê –Komar û Tirkbûn- hewceyî bi nasnaveke homojen, bi “em”eke sêwirandî heye ku tê de hemî komên ne-tirk divê werin tirkkirin bi rêya pratîkên curbecur. Ji bo pêkanîna vê yekê, komên ne-misilman ên mîna rûm, ermen û cihû di ser nasnava ne-muslimantiyê re, kurd jî her çiqas misilman bin jî lê ji ber ku di nav dewletê…

Read More

Puxte: Berhemên ku di honandina xwe de xwedan bûyerên fantastîk in tim xwînerên xwe dibin dûrî cîhana ku jiyana xwe lê berdewam dikin. Lê di fam- lêbarkirina wan de şîroveya herî hêsan tim gotina “fantastîk” e. Di vê nivî- sarê de ez ê bêtir dêhna xwe bidim têgehên mîmetîk, fantastîk û bi wan re jî xwe bigihînim warekî psîkotîk, li ser şopa Bülent Somay, bi saya van têgehan ez ê wateyekê ji çîroka “Guhê jêkirî” a Helîm Yûsiv derînim, ku ew çîrok bi têra xwe xwedan bûyerên fantastîk û xerîb e. Di vê şîroveyê de têgeha Af- fekta Biyanîkirîna Brecht;…

Read More

And the end of all our exploring Will be to arrrive where we started And know the place for the first time (T. S. Eliot) Puxte Di navbera çîrokeke kurmancî Gulên Sala ya Mehmet Dicle û Odysseus a Ho- meros de têkiliyeke balkêş heye, her çi qas ev du berhem ên serdem, mekan û gelên cuda bin jî, di kûrahiya xwe de her du jî ji derhişê mirovahiyê tên. Xas- ma di jiyana lehengên van berheman de du cure jin tên pêş me: Jinên nava malê û jinên derî malê. Berevajî qenaetên berbelav, li gorî rewşên sosyolojîk ên kurdan, her…

Read More

Destpêk Wêje çavkaniya xwe ne tenê ji jiyan û tecrûbeyên takekesî û civakî, belam di heman katê de ji kûrahiya giyanî jî digire û bi şêwaz û formeke estetîk xwe digihîne ber xwînerên xwe yên ku bi saya pirtûkan cîhana xwe dixemilînin û dewlemendtir dikin. Ji ber hindê ye, her berhemeke wêjeyî, çi çê çi neçê, kêm zêde rastiyên jiyanên curbicur radixîne ber çavên me xwîneran. Hingê jî şîrovekirina van berheman bo me wek pêdiviyekê dixuye da ku em bikarin rastiyê peyda bikin ku em tim li pey van berheman li wê digerin. Di nav wan tecrûbe û azmûnên mirovan…

Read More