Author: Mistefa Dewlemend

Ji Sweregê ye. Dibistan li Rihayê xwend. Li Stenbolê li Zanîngeha Acibademê beşa tenduristiyê xwend. Niha beşa civaknasiyê dixwîne û di ajanseke rûsî de editoriya beşa kurdî dike. Email: zengin.mstf01@hotmail.com

Nirxandineke Rexneyî li ser Fikrên Abdullah Ocalan ên Derbarê Neteweperwerîyê de MISTEFA DEWLEMEND   Puxte: Serokê PKKê Abdullah Ocalan bi taybetî piştî pêvajoya zindanîkirina xwe ya li Girava Îmralîyê dest bi rexnekirina fikra netewe, neteweperwerî û netewe-dewletê kir û li şûna van fenomenan fikrên mîna Modernîteya Demokratîk, Civaka Demokratîk, Neteweya Demokratîk û Komara Demokratîk wekî alternatîf pêşnîyar kirin. Ocalan neteweperwerîyê -herwisa netewe-dewletê jî- wekî dijminê sereke yê demokrasî, azadî û aşitîyê û wekî sedem û çavkanîyên hemû desthilatî, tundî, şer û pevçûn, asîmilasyon,  zayendparêzî, kuştin, komkujî û bêaramîya di nav civakê de bi nav dike. Lê bi rastî jî neteweperwerî…

Read More

  Puxte: Piştî serdema modern, yanê di serdema netewe-dewletê de hin mekanên taybet an jî taybetkirî bi bîra xwe ji bo neteweyan û neteperweriyê her tim bûne xwediyê roleke sereke. Mesela di sedsala 19emîn de bi pêşketina fikra neteweperweriyê muze bûne xwediyê nasnameya neteweyî û bûne mekanên komkirin û pêşandana mîrasa neteweyî û bîranîn û honandina raborîya neteweyî. Mirov bi saya mekanên wekî muze, abîde, peyker, qebir û goristan, kitêbxaneyên neteweyî, qad, rojnivîsk, arşîv, nîgar/wêne, kitêbên bîranînê, salname, al û sirûdên neteweyî, ku di lîteraturê de jê re mekanên bîrê tên gotin, perçeyekî neteweya xwe hîs dike. Ev yek jî…

Read More

Puxte: Di jiyana rojane de belkî em gelek caran ji PKKyiyan an jî ji kesên derdora PKKê gotinên weke heval, yoğunlaşma (lêhûrbûn), netleşme (zelalbûn), önderlik (rêbertî), serokatî, halk gerçekliği (rastiya gel), înisiyatif, demokratikleşme (demokratîzebûn), halklar (weke Ortadoğu halkları, Tirkiye halkları), ajanlaştırma (sixûrkirin), rihê şoreşgerî (devrimci ruh) û gelek peyvên din dibihîzin û gava ku em van gotinan ji kurdekî/kurdekê bibihîzin, em dikarin bibêjin ew PKKyî ye an jî nêzîkî PKKê ye. Ev gotinên ku ji aliyê PKKê/PKKyiyan ve hatine taybetkirin û ‘îstîmlaqkirin’ (piraniya van gotinan ji aliyê kurdan ve êdî weke ‘milkê’ PKKê/PKKyiyan tê dîtin), bi me didin nîşan ku…

Read More