Belê heke ew zilamê xurt û bi vên peyda bû zilamek dikare zimanekî mirî vejîne. Herwekî emê niho bibêjin ew zilam peyda bûye û zimanekî mirî ve- jandiye û ew xistiye nav zimanê zindî, nav wan zimanên ko mirov pê daxê- vin û mexsedên xwe pê re eşkere dikin.
Me got zimanên mirî û zimanên zindî. Bêdiro, ji awirê jiyînbariyê ve zi- man jî wek mirovan û wek her heybera rihber dizên, dijîn û dimirin.
Ji zimanên mirî hin hene warkor û kordûnde diçin, di pey xwe re tu tiştî nahêlin; ne kêl ne kitêb. Hinên din di pey xwe re eserine mezin, kitêbine hêja dihêlin û ew kitêb hetanî îro jî têne xwendin. Lê ew ziman bi xwe mirî ne, ji ber ku êdî ew ne zimanê devkî ne û tu kes bi wan napeyive….