Di muzîka kurdî de Koma Wetan yek ji komên herî kevn e û wek koma rockê cûreyek nû aniye nav muzika kurdî. Her çi qas ji bilî albûmekê tu albûmên komê derneketibe jî, tekane albûma wan hê jî di nav guhderên kurdî de gelek tê ecibandin. Me xwest em vê koma giranbûha careke din bi bîr bînin û mizginiyekî bidin hezkiriyê komê ku birêz Kerem Gerdenzerî di haziriya albûmeke nû de ye.
- Bi destûra cenabê te, ji bo xwendevanên me te ji nêztir nas bikin, tu dikarî ji me re piçekî qala dîroka malbata xwe bikî? Ji ber ku em texmîn dikin ku niha ev bi şerd û mercên dîrokî yên Kurdistanê ve pir eleqader e.
- Di 6ê Adara sala 1952yan de li Gurcistanê bajarê Tiblisê hatime dinyê. Bavê min Taharê Hacî Gerdenzerî, dayika min Redîfe Necîv- beg Resî (Zuqurî). Em kurdên êzîdî ne….