Destpêk
Li Îsrailê dema mirov îro li rewşa ibranî dinêre, pir zehmet e bawer bike ku ibranî di nav sedsalekê de ji zimanekî mirî û ji axiverên xwecih bêpar, tevî zêdeyî 5 milyon axiveran derketiye asta zimanekî çalak û zindî. Ev pêşketina wî ya bêemsal ku mirov ecêbmayî dihêle, bala min kişand ser ibranî û vejîna wî. Ez dixwazim li vê serkeftinê binêrim û bibînim ku kîjan aliyên vê vejan- dinê dikare li zimanên din bê tetbîqkirin.
Wek hemû kesên ku derheqê vejandina zimanê ibranî de dinivîsînin, ez ê jî bi zelalkirina bikaranîna xwe ya têgeha mirî, dest pê bikim. Li jêr ez ê li ser rewşa zimanê ibranî ya beriya vejandinê bisekinim, lê ya girîng ev e ku ib- ranî ji aliyê bi deh hezaran kesî ve dihate axaftin û bikaranîn. Gelek zimanên li ber mirinê jî ewqas axiverên wan nînin. Hin kes peyva mirî di wateya ku di hemû awayên ragihandinê de nayê bikaranîn de, diemilînin, “[1, p11] qena- etek hevpar heye ku zimanekî mirî ji aliyê tu kesan ve nayê axaftin. Dema ez li vir têgeha mirî bikar tînim, dizwazim ev zelal be ku qesta min di wateyeke qelstir de zimanekî bê axiverên xwemal e”….