Destpêk
Wêje çavkaniya xwe ne tenê ji jiyan û tecrûbeyên takekesî û civakî, belam di heman katê de ji kûrahiya giyanî jî digire û bi şêwaz û formeke estetîk xwe digihîne ber xwînerên xwe yên ku bi saya pirtûkan cîhana xwe dixemilînin û dewlemendtir dikin. Ji ber hindê ye, her berhemeke wêjeyî, çi çê çi neçê, kêm zêde rastiyên jiyanên curbicur radixîne ber çavên me xwîneran. Hingê jî şîrovekirina van berheman bo me wek pêdiviyekê dixuye da ku em bikarin rastiyê peyda bikin ku em tim li pey van berheman li wê digerin. Di nav wan tecrûbe û azmûnên mirovan de ne tenê bi şahî, kêfxweşî û şadî heye, lê pê re jî jan, keser, êş û kêmasiyên kûr jî xwe didin ber ku ew jî car caran dibin çavkaniya êşên dijwar ku bêhna mirovan diçikînin. Di vê nivîsa xwe de ez ê li ser kêmasiyekê bisekinim ku ew ji bo gelek nivîskaran bûye û hêj jî dibe kaniya êş û azarê: (ne)nivîsandin.
Berhemên wêjeyî dikarin bibin objeyên gelek xwendinên cihê û ji her xwendinekê ve wateyeke cuda derdikeve, lewma tiştên ku em ê li vir qalê bi- kin nayên wateya ku ew hemû jî ji sedî sed rast in, yanê wekî her şîroveyekê ev jî di nav xwe de şîroveya rexnegirî dihewîne, lê dîsa jî tevî vê yekê, bando- ra bûyer û kirinên lehengan û paşxaneya civatê jî li van şîroveyan dibin ku civat ew civat e ku leheng jî, rexnegir jî tê de dijîn. Duyemîn romana Şener Özmen a bi navê Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî (2010) bi vegotin û lehengên xwe, xesma ya sereklehengê xwe hê di destpêkê de bûye yek ji romanên ku herî zêde hatiye nîqaşkirin, çiku tê de tenê em rastî lehengekî kurd nayên lê jê wêdetir em rastî newxeşiyên derûnî, dînîtî, xwewindakirin û kaniya hev- par a êşên mirovahiyê dibin….