Dema ku meriv bi riwangeya postkolonyal li têkiliyên nav Rojhilat û Rojava (an jî bi gotineke çêtir kirde û biresera siyaseta kolonîkirinê) bifikire, meriv dikare têbigihê ku bêbaweriya navbera nûnerên her du aliyan bi pi- ranî ji qinyateke kûr diqewime; li gor wê qinyatê, ku ji her du aliyan yek li dijî yê din tevgereke çewt bike, ew wê tevgerê mexsûs dike da ku zirarê bide aliyê din. Ew gelek caran wek “kuştina pîlankirî” tê dîtin ku mexsedên wê bi tenê bidestxistin, hukimkirin û bikaranîn bû. Piştî ewqas salên ku bi têki- liyên curbicur yên ku li ser îstismar, serhildan û gelek awayên hevkariyê yên xumamî ava bûbûn, bi rastî jî zor e ku meriv ji bo têgihîştina hevpar zemî- neke nêtar (neutral) peyde bike. Û gelo bi rastî bêjeya “nêtar” bi têra xwe guncan e ji bo zemîneke bawerbar ku bo siberojê têkiliyên baştir biafirîne? Ez dixwazim di gotara xwe de li ser du pirtûkan bisekinim. Yek jê Oryantalîzma (1978) Edwar Said e ku pir navdar e, a din jî Gotinên Gunehkara Hesenê Metê ye ku li Rojava pir hindik tê naskirin (lê di heman demê de li nav nivîskar û rewşenbîrên kurd tê ecibandin). Ev berawirdkirin, tevî ku ewilî seyr xuya bibe jî, dikare ji bo xerabiya kolonyal a aloz têgihîştineke kûrtir bide me ku em wê di peywendeke firehtir a felsefî, metafîzîk û etîkê de bibînin….