Weke ku tê zanîn vegotinên derasayî û nesiruştî derfetên nû bi têkiliyên bihevgirêdayî berpêşî me dikin. Em aliyên cuda yên rastiyê, ên jiyan û bîrê bi îmkanên nû bi awayekî din dixwînin. Heta em dikarin bêjin vegotine- ke derasayî û nesiruştî li hember vegotineke xwerû rasteqîn bêtir derfetan berpêşî me dike; ji ber ku alegorî zimanekî din li ser nivîsarê ava dike. Gava ku nivîskar-bi zanîn an bi nezanîn- hewl da ku zimanekî din li dijî gotinên serdest ava bike, ew dê serî an li derasayiyê an jî li nesiruştiyê bide. Weke ku Tzvetan Todorov di berhema xwe a bi navê Fantastik: Edebi Türe Yapısal Bir Yaklaşım (Fantastîk: Hûrbûnek Strukturel Li Ser Cureya Wêjeyî) de dibêje: “Fonksiyona deresayiyê ew e ku metnê ji çeqoberka zagonê rizgar bike û za- gonê îhlal bike” (154). Em dikarin bibêjin ev rastiya hanê ji bo vegotinên ne- siruştî jî likar û di wêjeya kurdî de cihekî girîng digire. Berhema Bextiyar Elî a bi navê Apê Min Cemşîd Xan Ku Hertim Bê Ew Li Ber Xwe Dibir jî bi awayên teknîkî û vegotineke nesiruştî li hember dorpêçkirina gotina serdestan hew- lekê dide. Ev hewla nivîskar a li dijî gotinên serdest, di sazkirina kesayetiya lehengan û têkiliyên wan de tiştên balkêş dihewînin. Di vê gotarê de em ê di kesayetiya lehengan û têkiliyên wan de li şopên melankolî û şînê bigerin û di van şopên psîkolojîk de li bîra civakî bê bi kîjan rewşan li ser lehengan tesîrê dike binêrin….
Ayhan Öztunç
Di Adara 1985an de li Navenda Colemêrgê ji dayik bûye. Piştî lîseyê, li Zanîngeha Stenbolê beşa Ziman û Edebiyata Tirkî xwend. Li heman zanîngehê mastir kir û li Weşanxaneya İletişimê dest bi edîtoriyê kir. Niha li Stenbolê mamostetiya ziman û wêjeya tirkî dike. Email: ayhanoztunc@gmail.com