Author: Ayhan Öztunç

Di Adara 1985an de li Navenda Colemêrgê ji dayik bûye. Piştî lîseyê, li Zanîngeha Stenbolê beşa Ziman û Edebiyata Tirkî xwend. Li heman zanîngehê mastir kir û li Weşanxaneya İletişimê dest bi edîtoriyê kir. Niha li Stenbolê mamostetiya ziman û wêjeya tirkî dike. Email: ayhanoztunc@gmail.com

Puxte: Di vê nivîsarê de me du berhemên popular ên ku pîştî salên 2000î derçûne ên bi navê Mutluluk û En Uzun Gece kirin mijar. Ev her du roman ligel guherînên nasnameyên nivîskaran ên salên 90î hatin xwendin. Bi nîqaş û xwendinên mêtingerî, di naveroka van romanan em li şopên temsîlên kurdayetîyê ên di romanên dema avakirina komarê geriyan. Ligel hin hêmayên neguherbar û veguherînên estetîk, em li pey şopên gotinên mêtinger çûn. ji ber taybetiyên tesîra van romanan me çeperên xwendina xwe ber reh kir û me li gotinên mêtinger ên li derveyê naveroka romanan, ligel aûraya taybetiyên heyamî,…

Read More

Kurte Netewe-dewleta tirk bi termînolojiya cemaeta îttihat û Terakkiyê ava dibe. Sazkirina vê termînolojiyê jî dê bi amûrên civakî, çandî û wêjeyî bi destê ni- vîskarên wezîfedar ve pêk bê. Ev nivîskarên hanê bi tenê têgeha netewe- yekê saz nakin di heman demê de wê meşrû jî dikin. Helbet ev meşrûkirin dê hewceyî gotinên oryantalîst be. Ango neteweyên wekî kurdan “paşverû” dê ji wan re bibe eyneya şaristaniyê. Şaristanîbûn jî, bi jinê dest pê dike. Ji ber wê jî gotineke zayendî di hemû newlan xwe di romanên van nivîskaran de derdixe pêş. Em di vê gotarê de ketin dû van…

Read More

Weke ku tê zanîn vegotinên derasayî û nesiruştî derfetên nû bi têkiliyên bihevgirêdayî berpêşî me dikin. Em aliyên cuda yên rastiyê, ên jiyan û bîrê bi îmkanên nû bi awayekî din dixwînin. Heta em dikarin bêjin vegotine- ke derasayî û nesiruştî li hember vegotineke xwerû rasteqîn bêtir derfetan berpêşî me dike; ji ber ku alegorî zimanekî din li ser nivîsarê ava dike. Gava ku nivîskar-bi zanîn an bi nezanîn- hewl da ku zimanekî din li dijî gotinên serdest ava bike, ew dê serî an li derasayiyê an jî li nesiruştiyê bide. Weke ku Tzvetan Todorov di berhema xwe a bi…

Read More