Li ser derengmayîna kurdan gelek tişt hatin gotin. Yek ji kulên dereng- mayîna kurdan jî nivîs e. Her çiqas hin kurdan beriya niha bi çend sedsalan hin berhemên nivîskî ên bi “kurdî” hiştibin jî nivîs di nav kurdan de heta demeke nêzîk nebûye alavekî xweîfadekirin, hûner û fermiyetê, li nav ci- vaka kurdan û xwedî qelemên wan belav nebûye. Mîna pirahiya zimanên cîhanê “gotin” di her warî de têra kurdî kiriye. Zimanê nivîsê jî her çiqas ji alavên hazir ên zimanê jiyana rojane çêbûbe û xwe pê dermale kiribe jî, mîna “zimanekî rojane” tê guhertin, di gelek merhaleyan re derbas dibe û her dewrê xwe ji nû ve ava dike. Zimanê nivîsê jî çiqas bikar tê riyên cihê li ber xwe vedike û kes-civakên ku wî bikartînin jî diguherîne. Her çiqas “pey- v”ên zimanê rojane û zimanê nivîsê heman peyv bin jî du zimanên di gelek waran de biyaniyê hevin jî. Gelek caran kesekî ku bi zimanekî dizane, dema li nivîsa wî zimanî rast tê mîna ku li zimanekî biyanî rast hatibe li hember wî zimanê nivîsê tevdigere. Zimanê nivîsê di nav nexşeya peyvan de nexşeyeke xweser ji xwe re ava dike û têkiliyên nav sînorê xwe bi zagon û hewceyiyên xwe bi kod dike. Kesên ku mifteya wan kodan di dest de tunebe an wê li ber derî bimîne an jî wê bêwatetî û xapandin dest jê negerin. Mîna ku Saussure nîşan dike; nivîs him bi fêde ye, him têrnak e, him jî bi talûke ye….
Previous ArticleDi Romana Cemşîd Xan de Bîr, Melankolî û Şîn/AYHAN ÖZTUNÇ
Next Article Fetisîna di nav Pirtûkan de/FEXRIYA ADSAY
Hesenê Dewrêş
Di sala 1978an de li Stewra navçeya Mêrdînê li gundê El¬fan ji dayik bû. Li zanîngeha Afyon Kocatepe beşa matematîkê xwend, piştî wê dest bi mamostetiya matematîkê kir. Sala 2014an de li zanîngeha Bilgiyê ya li Sten¬bolê di beşa Edebiyata Berawirdî mastira xwe xelas kir. Qederê şeş salan e ku li ser wêjeya kurdî nivîsên rexneyî dinivîse. Di Taraf Kitap, Radikal Kitap, netkurd. com, kulturname.com û kovarên mîna Zend, Dîwar, W, Wenda de nivîsî. Email: heseni_dewres@hotmail.com