Ali Kemal Çınar yek ji sînemagerên kurd e ku kariyera wan a sînemayê li Amedê dest pê kiriye û didome. Çınar ku di sala 1976an de li Amedê ji dayik bûye û li Zanîngeha Dîcleyê beşa mamostetiya bedenparêziyê xilas kiriye, li Amedê sînema nas kiriye û ji destpêkê ve di nav xebatên çêkirina sînemayê de cî girtiye. Yek ji damezrînerên Klûba Sînemayê ye ku ji aliyê komek sînemahezan ve sala di 2003yan de hatibû damezrandin. Heta niha du fîlmên metradirêj Kurtefilm (2013) û Veşartî (2016) çêkiriye; niha li ser fîlma sêyem Gênco dixebite. Serpêhatiya Ali Kemal Çınar nîşanî me dide êdî ew derfet hene ku ji Amedê derhênerên kurd derkevin, fîlmên kurdî çêbikin û belkî Amed bibe yek ji navendên sînemaya kurdî di pêşerojê de….
—Em wisa dest pê bikin: Fikra çêkirina sînemayê çawa bi te re çêbû? Çi kir ku tu dest bi vî karî bikî?
—Belkî her gav tê gotin, yanê dema hunermend hevpeyvînekê dide, tiştekî wisa her kes bi kar tîne. Ê min hinek biçûktiyê dest pê kir. Miraqa min hebû li ser sînemayê. Min li gor xwe dişopand fîlm an sînema. Ev çawa çêdibû, mesela li ser kovaran min wêneyek didît an li ser wan nivîsek derdiket, min bi baldarî mêze dikir, yanê ji her kesî cuda min mêze dikir. Piştî wê di lîseyê de çend hevalên min hebûn li ser sînemayê miraqa wan hebûn, fîlm temaşe dikirin. Hinekî bi wan re ev miraq zêde bû. Piştî wê di zanîngehê de min got divê ez li vî karî cidî bifikirim, ez dikarim çêbikim an nikarim çêbikim. Sala 2000î de di zanîngehê de li Amedê festîvalekê dest pê kir. Di vê festivalê de kargehek hebû li ser kurtefîlman. Min got vê biceribînim; ewqas miraqa min heye, ka bê çiqas miraqa min heye. Ez ketim vê kargehê; heta wê demê xwendina min jî hebû li ser sînemayê û li ser wêjeyê jî…..