Puxte: Ev gotar destnîşan dike ku ne neteweperwerî ne jî dîn dikare bi serê xwe bên lêkolandin û têkiliya navbera “îslamîtî” û neteweperweriyê teorîze bike. Ez îdia dikim îslamîtî nikare ji netewe-dewletê wêdetir sistemeke siyasî tesewur bike û xuya ye sînorên siyasî yên rabêja netewe-dewletê dahundirandiye. Dahundirandineke bi vî awayî jî li fahma îslamî ya têgehên umet û ‘gerdûnxwaz’iyê (universalist) jî bandor dike. Ev xebata min bi israr bala xwe dide ser peywenda analîza şîroveyên dînî. Di hizra dînî de digel hêmanên berdewamiyê, bandorên peywendê pratîka şîroveya dînî vediguherîne û mohra taybetîtiya demkî (temporal specificity) lê dixe. Muhammad Iqbal (1877 –1938) demekê diyar kiribû ku “ji ber vê peywira misilmanekî modern pir girîng e. Lazim e ew temama sîstema îslamê bêyî ku bi temamî ji rabirdûyê veqetîne ji nû ve hizir bike.” Lê jinûvehizirkirin ne tiştekî bi serê xwe ye û nîşaneyên hevbandoriya bi peywendên civakî-dîrokî re di xwe de dihewîne; di serdema neteweperweriyê de hizra dînî bi qasî ku ji peywenda xwe bandor digre ji peywenda wê jî bandor digre. Ev diyalektîk xwe wek beramberî û têkelbûna berdêlvan (mutual entanglement) xuya dike. Di vê nivîsê de, ez li ser van beramberî û bêrdêlvaniyên neteweperwerî û îslamîtiyê disekinim.