Di nava kurdan de fikrên gelek cuda, hizbên dijberî hev hene, lê tu ji kê re behsa meselaya kurdî bikî, teqez hemî gazinan ji cudatiyan dikin û hêviya yekîtiya kurdan dikin. Hewqas kes hem behsa yekîtîyê dikin lê çima ev perçebûn ev dijberîtî çima? Derbarê “yekitî”yê cenabê te dikarê çi bêje?
Hebûna gelek hizbên cuda xwezayî ye. Kurdistan welatekî fireh û neteweyê Kurd neteweyekî qedîm e. Ev netewe di hundirê hizbekê de hilnayê. Ji xwe hizb, partî tê wateya li ser hin cudatîyan xwe bi rêxistinkirinê. Partî ango parçeyek, qismek ji civatê. Partî bira partî be wê hemberîyeke wê di nav civatê de hebe û cudatîya partîyê ji yên din zelal be. Li Bakurê Kurdistanê pirsgirêk ne di hebûna gelek partîyan de ye. Heta hûn ji min bipirsin hejmara partîyên me hindik in jî. Ji bo neteweyekî ku serjimara wî 15-20 milyon be hebûna 7-8 partîyan çima zêde be? Di mijara hebûna gelek partî de pirsgirêka me ya herî mezin li Bakûrê Kurdistanê hebûn û xurtbûyina partîyên Tirkîyê ye ku pişgirîya van partîyên dagirker di nav girseyan de ne kêmî partîyên me ye. Ev karesateke sîyasî ye. Pirsgirêka partîyên me jî ne hejmara wan e. 4-5 partîyên me bi heman peyvikan xitabî heman girseyan dike û di civatê de hemberîyeke civakî peyde nekirine. Ji qabîlîyeta temsîlkirina civakî bêpar û di rojeva sîyasî de bê bandor in.
Mijara yekîtîya Kurdan û yekîtîya partîyên heyî du tiştên cuda ne. Di nav girseyan de hêvî û daxwaza yekîtîya partîyan jî yekîtîya Kurdan jî xwezayî ye û nîşaneya nirxên neteweyî ye. Lê heman tiştî ji bo banga yekîtîya partîyan ji rêvebirên van partîyan re nikarim bêjim. Bi sedem ku çend kadro bi alîgirên xwe re partîyek nuh ava dikin û dibe sibê banga yekîtîya partîyan dikin. Ev nabe û ne samîmî ye. Ger partîyeke din ku hûn dikarin pê re yekîtîyê çê bikin hebû we ji bo çi partîyeke nuh ava kir? Avakirina partîyeke nuh tê wateya ku hûn ji partîyên heyî ne razî ne û hûn îdîa dikin ku partîya we ava kiriye dê valahîya sîyasî dagire û bi bernameya xwe bi kar û barên xwe wê ji partîyên din cudatir tevbigere û xwe bispêre zemîneke civakî ya cuda. Baş e li paş îdîaya xwe bisekinin û bira bivin partî. Ev ne pozbilindî ye ku partîyek bibêje ez ji yê din cudatir û sîyaseten rasttir im. Berovajî wê ger ev îdîa te nîn be pêwîstî bi te nîn e ku tu partîyeke nuh ava bikî. Her dem nîqaş û banga yekkirina partîyan xapandin e, hewldana veşartina bêkêrîya sinifa siyaseta me ye. Ger bira partî bin divê li ser bernameyeke sîyasî pevrekarkirin bê nîqaşkirin. Lê bernameyeke kar li holê nexwiya ye.
Yekîtîya Kurdan an yekîtîya neteweyî têgîneke modern e û pêkanîna wê li ser aîdîyetên modern pêkan e. Di serdema modernîteyê de ev aîdîyet aîdîyeta welat û neteweyê ye û dewletbûyinê ji xwe re dike hedef. Ango yên ku bi aîdîyeta Kurdistanê dewletbûyina neteweyê Kurd ji xwe re neke hedef û her dem behsa yekîtîya neteweyî dikin an xwe dixapînin an jî me dixapînin. Aîdîyeta partîyan di hindurê van aîdîyeta bilind de watedar e û dikare kêrî bicîhanîna yekîtîya neteweyî bê.
Dikarim bêjim ku sedema pêknehatîna yekîtîya neteweyî ya esasî lawazmayina aîdîyeta welat û netewe ye. Berovacî vê xurtmayina aîdîyeta jêrîn (ku aîdîyeta partîyan jî yek ji wan e) asteng e li ber yekîtîya neteweyî. Sedema din jî ew e ku dewletbûyin ango taleba desthilatiya navendî lawaz e……