Babeta min temsîliyeta dîtbarî ya nasnameya neteweyî ye. Îdîaya min ev e, di
resmê de wek di fîlman de, em dikarin bibînin bê ka çawa ew nêrîna dîrokîhez a
neteweyê, û kaniya wê ya etnîk a efsane, bîranîn, sembol û kevneşopan, bi awayê
îfadeyeke ku her diçe bêtir xwezayî dibe li ber çavan tê raxistin, û çeşitdariyeke
zêdetir a wate û hestan bi xwe re tîne her ku hunerên dîtbarî ji endamtiya neteweyî
ya gelek berfirehtir re vedibin. Ev herî zêde destpêka vê sedsalê de bi îcada xuyanga
livok û şoreşa sînematîk çêbû; lê gelek ji babetên sînemayê û awayên temsîliyetê di
bin siya hunera dîtbarî ya sedsala berê de man. Di vê gotara ceribînî de, tenê dikarim
teşebis bikim nîşan bidim ku, dema hin derhêner hewl didin di dîrokê de ewilî
wechên nasnameya neteweyî bi bîr bixin û dû re biresmînin, ew uslûbên di resmê
de hin babetên neteweyî û awayên dîrokîhez yên îfadekirinê di sînemayê de çawa
manendên xwe dibînin…