Yek ji taybetmendiyên berbiçav ên retorîka rewşenbîrên çepgir ew e ku hêzên Rojavayî wek jêderka gelek xerabiyên li Rojhilata Navîn dibînin. Ev xerabiyên han gelek caran wek emperyalîzm, kolonyalîzm, neolîberalîzm, dagirkerî, cixirandina mezhebgîriyê, şer, îstismara aborî û hwd. tên bilêvki- rin.
Ev sekna çepgiran di peywenda Rojhilata Navîn de bêtir eşkere dibe; cihê ku nivîskar û zanyarên wek Edward Said, Tariq Ali û Hamid Dabashigelek caran bi awayekî bijarker (selective) li dijî YE û Îsraîlê aliyê Filistîniyan gir- tine. Lê belê kêm caran li ser giliyên siyasî yên nufûsa mezin a kurdan a li Rojhilata Navîn disekinin, ku marûzî kêmgîriya (discrimination) etnîk, nîja- dkujî, zimankujî û pişaftina çandî maye.
Diyarkirina vê yekê gelekî girîng e: Hêzên kolonyal ên wek Brîtanya û Fransa li gor kêfa xwe sînorên Rojhilata Navîn a hemdem xêz kirin, lewma tevî ku berpirsiyarên sereke ew in, dîsa jî serdestên kurdan ne îngilîz, fran- siz, emerîkî an îsraîlî ne; lê dewleta Tirkiyeyê, dewleta Îranê, dewleta Sûri- yeyê ye û heta demên nêzîk dewleta Îraqê bû. Van dewletan gelê kurd ji hêla çandî, siyasî û aborî zeft kiriye.