Bêwelatî û Bêdewletî: Derfet û Astengî BARZOO ELIASSI JI ÎNG.: FEXRÎYA ADSAY Têgeha diasporayê, bi riwangeyeke berfireh hatîye têgînkirin û xwedî lê hatîye derketin. Di nav peywenda globalizasyonê de, diaspora wek rêxistîbûneke civakî ya neteweborî (Wahlbeck 1999) û civateke neteweborî (Sökefeld 2006) ku bi têkilîyeke trajîk a welatê “jêderk”, welatê lêjîyanê û koma etnîk a li welatên cûda belav bûyê tê naskirin, hatîye pênasekirin (Cohen 2008). Li têgeha diasporayê tê îtirazkirin ku ji sînoran bêpar e û semantîka xwe, hêza xwe ya têgînî û analîtîk winda dike ji ber ku gelek azmûn û nasnameyên koçberîyê bêyî ji hev bên…
Author: Barzoo Eliassi
Puxte: Ev gotar, di nav cîhaneke de ku ji netew-dewlet û welatîbûnên newekhev pêk tê li ser diyardeya bêdewletbûn û aidiyeta siyasî disekine. Bi vî awayî ew ê di nav hizra civakî û siyasî ya hevdem de li sazûmaniya teorîk û têgehên bêdewletbûnê binere û di nav çarçoveya zagonî-siyasî ya netew-dewletan de û di pêvajo û pratîkên navneteweyî de bandora wan a bo têgehên nasnameya parvekirî û mafên welatîbûnê diyar bike. Di warê akademiyê de bidewletbûn piranî bi “tunebûn”a welatîbûn re eleqedar tê nirxandin û herwiha bidestxistina welatîbûnê wek çareseriyek bo bêdewletbûnê tê pêşkeşkirin. Her çiqas di cîhana hemdem de…
Puxte: Ev gotar rola dîasporaya kurd a Swêdê di avakirina nasnameyeke Kurdistanî de nîqaş dike. Pirçandxwaziya swêdî ji hêla siyasî ew derfet daye dîasporaya kurd ku kariye nasnameyeke siyasî ya xurt bi pêş bixe ku li hember cudahiyên îdeolojîk, dînî, erdnîgarî û lîngûîstîk li pey yekîtiya kurd e. Piştî koçberbûnê, kurdên ji parçeyên cuda yên Kurdistanê gelek caran tên dereke siyasî ya hevpar li Swêdê, ku dikarin li wir hevparî û cudahiyên xwe gotûbêj bikin. Dîasporaya kurd, li Swêdê li navbera demajoyên tevgirtin û dergirtinê diçe û tê û gelek kurd têgihîştine ku ji ber ku ji Rojhilata Navîn in…
Puxte: Ev hevpeyvîna ligel Professor Craig Calhoun, di çarçoveya pirsgirêka bêdewletiyê de li ser mijarên neteweperestî û kozmopolîtanîzmê hûr dibe. Ji salên 1990î de Calhoun li ser neteweperwerî, etnîsîte û kozmopolîtanîzmê dixebite. Li gor Calhoun, tevî kemilîna pişt-neteweyî û kozmopolîtan û tevî redkirina nasnameyên xwedêgiravî tengbîn û kevneperest yên wek netewe an nasnameya neteweyî û welatîbûnê, netewe hîn jî girîng e. Di vê heypeyvînê de, Calhoun rewşa fîzîkî, siyasî û çandî ya kurdên li Rojhilata Navîn û rola neteweperestiya kurd di peywenda bêdewletiyê de nîqaş dike. Calhoun feraseta çîn-bingehî a newekheviyên nav kurdan û serdestên wan ên li Rojhilata Navîn…
Yek ji taybetmendiyên berbiçav ên retorîka rewşenbîrên çepgir ew e ku hêzên Rojavayî wek jêderka gelek xerabiyên li Rojhilata Navîn dibînin. Ev xerabiyên han gelek caran wek emperyalîzm, kolonyalîzm, neolîberalîzm, dagirkerî, cixirandina mezhebgîriyê, şer, îstismara aborî û hwd. tên bilêvki- rin. Ev sekna çepgiran di peywenda Rojhilata Navîn de bêtir eşkere dibe; cihê ku nivîskar û zanyarên wek Edward Said, Tariq Ali û Hamid Dabashigelek caran bi awayekî bijarker (selective) li dijî YE û Îsraîlê aliyê Filistîniyan gir- tine. Lê belê kêm caran li ser giliyên siyasî yên nufûsa mezin a kurdan a li Rojhilata Navîn disekinin, ku marûzî kêmgîriya…