Amir Hassanpour bi xwendineke ji nêz ve, ya li ser biwêjên ji temamê dinyê, hêza axaftinê ya di afirandina yekdestiyên (monopoly) zanîn û dest- hilatdariyê dinirxîne.
Bi pêşketina nivîsê re û taybetî piştî belavbûna matbaayê, her ku çû axaf- tinê girîngiya xwe winda kir û bi qewlê teorîsyenê siyaseta aborî û pisporê ragihandinê Harold Innis (1897-1952) ê ji Zanîngeha Torontoyê, girîngî kete ser “ragihandina mekanîze”.
Pirsgirêka sereke ya di ragihandina mekanîze an hevbandoriya di ser medyaya girseyî re, meyla wê ya astengkirina diyalog û her wiha, bi gotina Innis, kedîkirina “yekdestiyên zanînê” û navendîkirina desthilatdariyê ye. Wek mînak; îstasyoneke radyoyê ku gelemperî ji aliyê çend kesan ve tê rê- vebirin, xitabî girseyeke mezin a guhdaran ku endamên wê nikarin li wan vegerînîn, dikin; telefonên ku ji wan re tên kirin, di rojnamevaniyê de, na- meyên ji edîtoran re tên şandin, digel her tiştî, diyalogê pêk nînin, ji ber ku ev tesadufî ne, qismî ne, tên neqandin, tên hilbijartin û ji bo hewcedariyên mekanî û zemanî yên vê medyayê tên qutkirin. Berovajiyê vê, ragihandina rûbirû ya peyvkî, bi dîtina Innis, înteraktîf e, diyalojîk e û derfeta beşdarbûnê dide, ku ev hemû ji bo fikirîna rexneyî pir girîng in….