Weşandina hin prensîbên mezin ên rexneyê di nav kargîna îdeolojîka bû- yerên rojane de her tim mimkun e, bi taybetî li Fransayê ku modelên teoriyê li wir xwedî prestîjeke mezin in, lewre bê guman ew model wê ewlehiyê bide wî sepînerî ku di heman demê de tevlî şerekî, dîrokekê û tevahiyekê dibe; bi vî awayî di van panzdeh salên dawî de rexneya frensî bi dewlemendiyên cihê, di nav çar “feylesofên” mezin de pêş ve çûye. Beriya her tiştî têgeha egzîstansiyalîzmê ya pir binîqaş bi gelemperî çawa tê binavkirin, ya ku ber- hemên rexneyî yên Sartre dane; Baudelaire, Flaubert, çend gotarên pir kurt ên li ser Proust, Mauriac, Giraudoux û Ponge, û bi taybetî berhema wî ya sera- sa Genêt. Piştre marksîzm: em dizanin (lewre nîqaş a niha kevn bûye) bê ka marksîzma ortodoks di rexneyê de çiqas kêmber bû, bi pêşniyazkirina rave- kirineke sirf mekanîk a berheman an jî bi awayekî fermî weşandina sloganan bêtir ji nirxên wan ên pîver; ji ber vê, ku em dikarin bêjin rexneya herî berdar di nav “sînorên” marksîzmê de (lê ne li navenda wê ya aşkere) tê dîtin:….