Amir Hassanpour bi xwendineke ji nêz ve, ya li ser biwêjên ji temamê dinyê, hêza axaftinê ya di afirandina yekdestiyên (monopoly) zanîn û dest- hilatdariyê dinirxîne. Bi pêşketina nivîsê re û taybetî piştî belavbûna matbaayê, her ku çû axaf- tinê girîngiya xwe winda kir û bi qewlê teorîsyenê siyaseta aborî û pisporê ragihandinê Harold Innis (1897-1952) ê ji Zanîngeha Torontoyê, girîngî kete ser “ragihandina mekanîze”. Pirsgirêka sereke ya di ragihandina mekanîze an hevbandoriya di ser medyaya girseyî re, meyla wê ya astengkirina diyalog û her wiha, bi gotina Innis, kedîkirina “yekdestiyên zanînê” û navendîkirina desthilatdariyê ye. Wek mînak; îstasyoneke radyoyê…