Author: Ciwanmerd Kulek

Di 1984an de ji dayik bû. Di 2004an de dest pê kir bi kurdî binivîse.Ligel berhema wî ya çîrokên Çar Yek (2015),û Strana Şev û Rojekê (2016) nivîskarê van her çar romanan e: Nameyek ji Xwedê re (2007),Otobês (2010), Zarokên Ber Çêm (2012)Defterên Perrîdankan (2014). Ji bilî nivîskariyê bi karê wergerê jî dadikeve, ku diencamê de heta niha ev şeş kitêbên ji sê zimanên cuda û şeş nivîskarên mezin ên cîhanê bizimanê kurdî derketine: Hetîketî (J.M.Coetzee), Li ber Sikratê (W. Faulkner), Çîrokên Dubliniyan(J. Joyce), Serencama Mirinekê (G.G. Márquez), Keleha Spî (Orhan Pamuk).Ciwanmerd Kulek ji 2014an vir de li Stenbolê jiyana xwe didomîne. Email: ciwanmerd_kulek@yahoo.com.tr

Destpêk Gava nivîskar pirtûka xwe diqedîne, jê we ye peywir û berpirsiyariya wî jî diqede û êdî tenê dimîne wek xwendevanekî berhema xwe. Konforeke xweş e ku “êdî ne ez lê berhema min diaxive.” Û her nivîskar di aliyekî hişê xwe de bi vê dizane ku berhema wî ji wî baqiltir e û bi tiştên ku ew nizane jî dizane. Lewma gelek caran xwendevanên wî ji wî bêtir mane û şîroveyan jê derdixin. Heta ku analîzek yan nirxandineke li ser wê, çê an xerab, cardî peywir û berpirsiyariya wî a wek berhemhênerê wê têxe bîra wî, bo nivîskar ew berhem…

Read More