Di çîroka kurdî de yek ji navê hêja û serkeftî Mehmet Dicle ye. Bi pirtûka Tayêre, sê berhemên Dicle çêbûn. Dicle di çirokên xwe de bajarekî bi navê Asûsê avakiriye û gelek çîrokên wî li vî mekanê xeyalî(?) derbas dibin.Ev mekan çiqas bi navê xwe xeyalî be jî bi naverokaxwe jîewqasî bi awayekî xurt bi jiyana kurdan ve girêdayî ye û ji mirov tê li nexşeyê li cihê wê bigere. Asûs (wek mekan) mîna derekî ku êdî em niştecihên wan nas dikin, dawiya jiyana wan meraq dikin bi rih û can bûne ciranên me. Helbet zindîbûna Asûsê bi zî- rekbûna nivîskarê wê ve giredayî ye, da ku êdî li ber xwendevan bûye cihekî bi nav û deng. Serkeftineke van çirokan jî ev e ku têkiliya form û naveroka çîrokan bi awayekî estetîk bi hev girêdayî ne. Hevokên kurt û xurt, biwêj, hal û tevgerên kevnare,tarîf û şayesandinên li gor dewra xwe, çend nimuneyên vê xalê ne. Me xwest ji bo vê hejmarê em bi Dicle re hevpeyvînekê bikin. Di- gel berhemên wî yên hêja, Dicle bi xwe zêde ne li berçave û liser berhemên wî kêm tişt hatine nivîsîn. Lewrebi rêya vê hevpeyvînê,me xwest ku em Mehmet Dicle ji nêz ve nas bikin û bi xwendevanên xwe re bidin naskirin.
Mekanê piraniya çîrokên te navçeyek biçûk a bi navê Asûsê ye. Çîrok bi me didin zanîn ku piraniya lehengan li vî bajarê xeyalî hev du nas di- kin an haya wan ji hevdu hene. A din, di çîrokan de mirov ewqas xwe (wek civak) dibîne û dikeve nav çîrokan ku dadikeve kolanên wê jî. Lew- ma navçeya Asûsê di hişê min de, belkî ji yên rasteqîn bêtir şênber bû û min ew aîdî xwe dît. Ji bo çi navçeyeke xeyalî?