Yekemîn projeksiyona sînemayî 22yê Kanûna 1895an li Parîsê, li Grand Caféyê, ji aliyê du birayên bi navê Auguste û Louis Lumière (Frères Lumiè- re) ve hate çêkirin. Piştî wê projeksiyonê îcada Birayên Lumière ya bi navê “cinématographe”, ango yekemîn cîhaza qeydkirin û nîşandana wêneyên bi hereket, wekî mizgîniya modernîteya sedsala 20. li her derê dinyayê belav dibe. Di heman demê de, bandora îdeolojiya nasyonalîzmê jî li ser hemû kevnesîstemên desthilatdariyê zêdetir dibû û dewletên împaratoriyê yek bi yek hildiweşiyan.
Şerên di navbera dewletên mezin de û herwiha krîzên çandî û aborî dibin sedemê bikaranîna sînemayê ji bo qeydkirin û parastina arşîvên dîrokî û propagandaya leşkerî. Di vê qonaxa aloz de, ku heta dawiya Yekemîn Şerê Cîhanê berdewam dibe, rêya sînema û îdeolojiya nasyonalîzmê jî dibe yek û sînema bê hemdê xwe dikeve bin etîketa “dewletên neteweyî”. Bi gotine- ke din, hemdemiya peydabûna hunera sînemayê li gel pêvajoya belavbûna nasyonalîzmê li cîhanê, wate û armanca sînemayê jî diguherîne û sînemayê, hem wekî hunereke nûjen hem jî wekî dezgeheke ragihandinê/propagan- dayê di nav saziyên dewletî de bi cih û bi nav dike. Her wisa, li cem hinek gel û dewletên rojavayî yên wekî Îran (1) û Împaratoriya Osmaniyan (2), hem bi wateya sembolîk (îcadeke nûjen û ewropayî/rojavayî) hem jî bi wateya xwe ya hunerî (derfeta jinûve avakirina dinyaya rasteqîn), hunera sînemayê dibe amrazê îdealîzekirina modernîteya (3) rojavayî.