Puxte: Nasname û kirdewariya mirov fenomeneke piralî, yanê têkela çendîn deng, rabêj û îdeolojiyan e ku ji bo li ser mirovan rûne tê guhertin an şikl tê dayin. Ev xebat hewl dide di romanên kurdî de bi riya pêwendiyên karakterekî/ê ên înterektîv û diyalojîk ên bi rabêjên civakî, siyasî û çandî û îdeolojiyan re, sazkirin û temsiliyeta kirdewarî û nasnameya wî/wê kişif bike. Li ber ronayiya teoriya vebêjî ya Bakhtîn û yên modernîst, di analîza tekstuwel û contekstuwel a siweylayê (2004) de, min taybetiyên romanê yên şêwazî ji aliyê şêwe, binema, mijar, û karakterizasyon û wateyên ew dihewîne, vekola. Qawamî…