Puxte: Ji têgeha îdeolojîyê mebesta me awayekî nivîsbarîya civakî-çandî (sociocultural software) ye ku em jê re dibên “rêalîte”. Di vê nivîsarê de binyada îdeolojîyeke li Kurdistanê bibandor e, bi taybetî di nav bijarteyên polîtik de, bi têgehên wekî rexneya îdeolojîyê, bi taybetî nîşandêr, ser-nîşandêr û xalên lengerker (Fr. “point de capiton”, Îng. “anchoring points”) hatine nîqaşkirin. Lê teorîya rexneya îdeolojîyê bi derdîrokîbûnê (ahistorical) û bi kêmasîya nasîna/teşxîskirina hêmanên cuda yên ideolojîyeka dîyar hatîye rexnekirin. Di vê nivîsarê de hêmanên cuda yên îdeolojîya Kurdayetîyê li gorî serdemên dîrokî yên Kurdistanê û dinyayê hatîne nîqaşkirin. Wisa hatîye encamkirin ku îdeolojîya Kurdayatîyê, berevajî îmaja heyî, ne bi tenê netewperwerîyê lê belê ji berevkî vê sosyalîzmê, feminîzmê û hawirparêzîyê jî dihewîne.
Peyvên sereke: îdeolojî, Kurdayetî, ser-nîşander, neteweperwerî, sosyalizm, feminîzm, hawirparêzî