Di pêşbaziya muzîkê “O Ses” de dîsa kurdek bû yekemin ku pêşkêşiya wê Acun Ilıca dike û kanala wî TV-8 de diweşe. Di sezona beriya vê de xortekî batmanî Emre Sertkaya di pêşbaziyê de bi ser ketibû. Vê carê jî muzekjenekî vartoyî bi navê Dodan bû yekemîn. Digel ku wan tiştek derbarê nasnameyên xwe de negotin, xwedî lê nasnameyên xwe derneketin, bi zimanê xwe stranek negotin jî wek wan piraniya me jî piştgirî da van şampiyonên kurd ku ji ber nasnameyên xwe rê li ber gelek nîqaşên îdeolojîk vekirin. Em nivîsa xwe bi Dodan bidomînin ji ber ku Emre bi qasî wî ne di rojevê de ye û li ser wî ewqas nehat nîqaşkirin. Bila şaş nê famkirin, di vê nivîsê de hedef ne Dodan e. Dodan tenê mînakek e ku em di wî de dikarin çavdêriya xwezaya patolojîk û paradoksî ya serdest û bindestan bikin û hin tecrubeyên din û elbet ji ber ku ew di rojevê de ye.
Em ji serî de vê jî bêjin, di vê nivîsê de dibe ku gelek îfadeyên nakokbar li ber çavan keve, ev ji ber xwezaya têkiliya serdest û bindestan e ku îlham jî daye vê nivîsê. Belê, me jî wan jî piştgirî da van şampiyonên kurd lê bêguman sedemên me cuda bû….