Qada zimanzaniya kurdî di bîst salên dawî de gelekî hatiye guhertin û dibe ku hîn jî were guhertin di dema weşana vê çapa Kovara Navnetewî ya Civaknasiya Zimên de. Lê rola zimanê kurdî (û zimanên zikmakî yên din li herêmê) û perwerdeya pir-zimanî ya li ser bingeha zimanê dayikê dê her wekî roleke sereke di avakirin û pêşvebirina aştiya civakê de bilîze. Em ê hinek ji van guhertinan nîqaş bikin û herwiha hinek pêşniyaran bikin ji bo bêtir lêkolînan di warê civaknasiya zimanê Kurdî de.
Sala 1991ê saleke girîng e di qada lêkolînên zimanê kurdî de. Di wê salê de, Tirkiyeyê rê da kurdan ku zimanê xwe li mal û kolanan bi kar bînin. Di heman salê de li Iraqê, kontrola hikûmeta navendî ya Iraqê ji ser gelek bajarên Kurdistana Iraqê hate hilanîn û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate damezrandin. Qewimîneke din jî, rûxandina Yekîtiya Sovyetê bû, cihê ku kurdan hinek piştgirî ji bo zimanê kurdî werdigirt, lê ew piştgirî jî bi ketina Sovyetê nema….