Lem witare da hewll dedem şitêk le ser huzn û giryanî qûllî her takêkî kurd billêm, bo eweş pena bo sê aliyet debem.Yekemyan: Tasanî her yekêk- yan e (wata her takêkî kurd) beranber mosîqa û awazî pirrî huzn, Qale Mere wek nimûneyekî bala û nizîk bo mosîqay pirr huzn.Duwemyan: Aşkirakir- dinî ew huzne ye le jiyan û derûnî take takey kurd da, Mîr Mehmudî Paşay Baban wek nimûne yekî takî kurd. Lêre da xom beqerzarî Cladius James Rich dezanim bo ew zanyariyaney le ser ew mîrey kurd le katî serdanekey bo Silêmanî le sallî 1920 le serdemî Fermanrreway Babanekan tomarî kirdûn, Mamosta Hemey Hemebaqî kirdûnî be kurdî.Sêyemyan: Ke berray min regî here qûllî giryan û xesaretî kurdî têy da ye, ewîş derkirdinî kurd e le herdû nîştiman ‘nîştimanî cugrafya’ û ser nexşe û ‘nîştimanî rûhî’.
Bêguman min hest be firawanî giringî ew babete dekem, belam bebê sûdî nazanim ke behoy çend riste û amajeyekî giring dergayek le ser em babete bikemewe. Deşa diwatir şareza û bîrmendan giryan wek çemkêkî giringî şu- nasî kurdî binasênin.