Li ser Hefsa Diyarbekirê gelek tişt hatin gotin, lê mixabin piranîya wan bi tirkî bûn. Me weke kovara Zarema xwest ku bi nivîskarê Gardiyanê Bûbê Eser re li ser wî mekanê wehşetê û romana wî ya ku weke wesîqayekê ye hevpey- vînekê bi kurdî bikin. Bûbê Eser piştî derbeya îlonê sê salan di wî mekanê wehşetê, di “5 Nolu”yê de ma û şahidê gelek qewamên li wir e. Bûbê Eser niha li Swêdê dijî. Ji êşkenceyên ku li wir hatin kirin bêhtir (jixwe romana Gardiyan rismekî mezin datîne ber me) me xwest ku derûdora wî mekanê ku di dîroka însaniyetê kêm ciyên mîna wî hene fêm bikin.
-Min du romanên te xwendin; Gardiyan û Jiyanek. Romana bi navê Ji- yanek mirov dikare weke rêya te ya ku diçe Hefsa Diyarbekirê jî şîrove bike; yanî şert û mercên ku te ajotin ber bi wî mekanê wehşetê de û Gar- diyan jî mirov dikare weke; şahidiya wir, analîza wir, xwestina fêmkirina kirinên li wî ciyî û helbet teşhîrkirina wir bixwîne. Ez dixwazim ku ji vir dest pê bikim: gelo çi bi rêya wêjeyê be çi bi rêya pevxistinên din be mirov çiqasî dikare heqîqeta ku li wir hûn pê re rûbirû man vebêje? Gava ku tu qal dikî an te nivîsî çi kêm ma/dimîne, çi zêdeyî derdikeve holê?