Browsing: Ferzan Şêr

Bi navê xwe yê fermî Taylan Şahan Tarhan, di sala 1986an de li gundê Hezyatê yê Bişêriyê çêbû. Di sala 2010an de Zanîngeha Hacettepeyê beşa “Kewandina Fîzîkî û Reha- bilîtasyon”ê qedand. Li Zanîngeha istanbul Bilgiyê di beşa wêjeya Berawirdî de lîsansa bi- lind bi teza xwe ya bi navê “Helîm Yûsiv’in Edebi Dünyasında Beden ve iktidar (Di Cîhana Edebî Ya Helîm Yûsiv de Beden û Desthilatî)” kuta kir. Di kovara “Ajda”yê ya ku ji aliyê hin xwendekarên Enqereyê ve dihat weşandin de edîtorî kir. Di sala 2008an de çîroka wî ya bi navê “Min bi Perrên Kevokan Bifîrrinin”, di pêşbaziya çîrokan a ku ji aliyê kovarên “Tîroj” û “Evrensel Kültür”ê ve hatibû organîzekirin de xelata yekemîniyê wergirt. Di 2009an de berhema wî ya ewil Otopsiya Berbejnekê hat çapkirin. Çîrok, gotar û helbestên wî di kovarên mîna W, Çirûsk, ajda û Tîroj ê de weşiyan. Niha bi karê rexnegiriya wêjeya kurdî ve eleqedar e. Email: ferzansheer@hotmail.com