Browsing: Çetoyê Zêdo

Di sala 1981ê de li Mêrdînê ji dayîk bû. Di 2002yan de dest bi xwendina kurdî kir. Di 2004an de, Zanîngeha Wanê beşa Mamostetiya Zimanê Tirkî û di 2011an de Zanîngeha Stenbolê beşa Dramatûrjiyê qedand. Weke dramatûrg di İBŞT û di hin şanoyên kurdî de xebitî. Di Teatra Zîv de derhêneriya şanoyên Şengê û Pengê û Bêlome kir. Li Stenbol û Amedê dersên şanoya kurdî da. Li ser wêje û şanoya Kurdî hin gotar û xebatên wî di kovaran de hate çap kirin. Ji 2009an heta niha weke moderatorê “Şêwira Xwendinê” kar dike û li Stenbolê dijî… Ji berhemên wî yên çapkirî şanonemayên Şengê û Pengê (Weşanên Filîto, 2013) û Siltanê Fîlan (Weşanên Şaredariya Amedê) û ji Soranî romana Ferhad Pîrbal Heft Wêney Rutî Jinî Cenabî Wezîr (Weşanên Avesta, 2014) bi kurmancî hat çapkirin. Amedakariya pirtûka Dîroka Şanoya Kurdî kir. Email: cetoyezedo@gmail.com