Author: Buşra Kesnezanî

Li Sala 1986’an li Başurî Kurdistanê- Silêmaniyê, ji dayik bûye. Bawernameya wê ya masterê heye. Li beşa kurdî ya zankoya Silêmaniyê, di biwarê çîroknasiyê de mamosta ye. Berhemên wê: Postere Şîirî Kurdî û Haykoy Japonî – lêkolîna edebî berawirdikarî 2008 ji layen nûser ve çap hatiye çapkirin. Pilot le Çîrokî Kurdî da 1995- 2005 - der barê çîroknasiya kurdî de ye sala 2012 ji layen navenda çap û belavkirinê ya Silêmaniyê ve hatiye çapkirin. Astaney sibeynê - çend lêkolînên edebî ne, sala 2012 ji layen dezgeha Serdemê ve hatiye çapkirin. Hîkayetî Çil Şewî Qelenderan, Îtir Le derga nadat, Posteçî. Email: bushra_kasnazani@yahoo.com

Puxte: Teknîka şepola hiş rêbazeke vegotinê ye ku di hişê lehengan de herikîna fikran bi peyvan îfade dike. Di vê rêbazê de, fikir û hest bêyî ku li mantixê an realîteyê miqate bin tên îfadekirin. Hin caran fikrên nelihev, hevokên bêrêziman û peyvên di awayê pêş-axaftinkî temsîl dike. Di vê gotarê de, di kurte-çîrokên Husên Arif, Şêrzad Hesen û Karwan Kakasûr de awayên vegotinê hatine qalkirin, ji ber ku awayê vegotina van nivîskaran, tevî hemû ciyawaziyên xwe, di şêwaza monologê de hatine resimkirin û takekesan ji hundir ber bi derve ve dixwînin. Di berhemên wan de êdî kurte-çîrok ne vegotineke…

Read More