Author: Nadje Al-Ali û Nicola Pratt

Nadje Al-Ali: Li Zanîngeha Londonê SOASê de Navenda Xebatên Zayendên Civakî de profesora Lêkolînên Zayendên Civakî ye. Mijarên wê sereke yên lêkolînê teoriya zayendî, çalakgeriya femînîst, jin û zayendên civakî, koçberiya netewebuher û mobîlîzasyona diyasporayê, şer, pevçûn, hunera jinûveavakirinê û lêkolînên çandî û xwarin e. Berhemên wê What kind of Liberation? Women and the Occupation of Iraq (2009, University of California Press, bi hev-nivîskariya Nicola Pratt); Iraqi Women: Untold Stories from 1948 to the Present (2007, Zed Books); New Approaches to Migration (ed., Routledge, 2002, tevî Khalid Koser); Secularism, Gender and the State in the Middle East (Cambridge University Press 2000) û Gender Writing – Writing Gender (The American University in Cairo Press, 1994) dihewîne û gelek gotar û beşên pirtûkan jî nivîsandine. Pirtûka wê ya dawî (bi hev-edîtoriya Deborah al-Najjar) We are Iraqis: Aesthetics & Politics in a Time of War (Syracuse University Press) xelata Ereb-Amerîkanî ya bo pirtûkên ne-honak wergirt. Professor Al-Ali navbera salên 2009-2011an de seroka Komeleya Lêkolînên Jinên Rojhilata Navîn bû. Niha, bo Lijneya Komeleya Lêkolînên Rojhilata Navîn (Board of the Middle East Studies Association (MESA)) hatiye hilbijartin. Endama Civata Feminist Review e û endameke damezrêner a Act Together: Women’s Action for Iraq (www.acttogether.org) e. Vêga, li Iraqê bi armanca hêsankirina nasandina xebatên derbarê jin û zayendên civakî û bilindkirina kapasîteya lêkolînên bûyer-navendî, tevî akademisyenên iraqî û çalakgerên bo mafên jinan tevkariya çendîn projeyan dike. Email: na@soas.ac.uk Nicola Pratt: li Zanîngeha Warwickê di beşa Siyaseta Navneteweyî ya Rojhilata Navîn de doçent e. Ji dawiya salên 1990an vir de derbarê siyaseta Rojhilata Navîn de lêkolînan dike û dinivîsîne û bi taybetî li ser rûwangeyên femînîst û ‘siyasete ji jêr ve’ disekine. Xebatên wê di weşanên wek International Studies Quarterly, Third World Quarterly, Review of International Studies and Review of International Political Economy de hatine weşandin. Ew nivîskara Democracy and Authoritarianism in the Arab World (Lynne Rienner, 2007), hev-nivîskara (tevî Nadje Al-Ali) What Kind of Liberation? Women and the Occupation of Iraq (University of California Press, 2009) û hev-editora (tevî Maha El Said û Lena meari) Rethinking Gender in Revolutions and Resistance: Lessons from the Arab World (Zed Press, 2015), Gender, Governance and International Security (Routledge, 2013, tevî Sophie Richter-Devroe) û Women and War in the Middle East (Zed Books, 2009, tevî Nadje Al-Ali). Email: N.C.Pratt@warwick.ac.uk

Puxte: Ev gotar bi riya vekolandina tevgera jinên kurd ên li Iraqê, ku kêm hatiye lêkolînkirin, li ser aliyekî mîkro-polîtîkayên ‘Iraqa nû’ disekine. Bi saya hevpeyvînên bi jinên çalakger ên li Hewlêr û Silêmaniyê, di ser pêwendiya neteweperweriya kurdî û femînîzmê re em çalakî, stratejî û armancên wan ên ji 2003yan vir de pênase û analîz dikin. Em nîqaşên di nav jinên çalakger de, ji têgînkirina neteweperwerî û femînîzmê an ji çarçoveyên dijber an lihev ên bo van çalakgeran bêtir, wek hewldanên ‘vegotin’a neteweya kurd bi taybetî wek bersiva realîteyên ‘Iraqa nû’ fam dikin. Em îdia dikin ku li Kurdistana…

Read More