Author: Esra Altun

Ji Diyarbekirêye. Lî zanîngeha Çukurovayê beşa mamostetî qedand. Mastira xwe li zanîngeha Enqerê di beşa xebatên li ser jinan de kir. Niha li zanîngeha Dîcleyê beşa felsefeyê de xwendevan e. Email: esraaltun8@gmail.com

Puxte: Destpêka têkiliya kovaran û jinên kurd heta serê sedsala 20emîn diçe. Jinên kurd heta salên 1990î bi awayên curbicur di kovaran de cih girtin. Jinan jî di kovaran de dinivîsandin, lê nivîsên kovaran bi pirranî yên mêran bûn. Vê gotara ku li ber destê we ye, li ser yekemîn kovara jinên kurdên femînîst ên bakurê Kurdistanê, Rozayê ye. Ango, ev gotar, li ser xwepênasekirina jinên kurd, cudahiya ramana jinên kurd ji yên tirk, polîtîkaya jinên kurdan a li ser femînîzmê analîz dike. Ev analîz her çiqas bingeha xwe ji femînîzma jinên reşik bigire jî dê hinekî berfirehtir û di…

Read More