Author: Hesenê Dewrêş

Di sala 1978an de li Stewra navçeya Mêrdînê li gundê El¬fan ji dayik bû. Li zanîngeha Afyon Kocatepe beşa matematîkê xwend, piştî wê dest bi mamostetiya matematîkê kir. Sala 2014an de li zanîngeha Bilgiyê ya li Sten¬bolê di beşa Edebiyata Berawirdî mastira xwe xelas kir. Qederê şeş salan e ku li ser wêjeya kurdî nivîsên rexneyî dinivîse. Di Taraf Kitap, Radikal Kitap, netkurd. com, kulturname.com û kovarên mîna Zend, Dîwar, W, Wenda de nivîsî. Email: heseni_dewres@hotmail.com

Puxte: Walter Benjamin di tevayê jiyana xwe de gelekî ji destê deshilatê kişand, re- viya kû derê xelasiya xwe jê nekir. Her çi qas wî dixwest ku ji deshilatê dûr jî be û bi karê nivîs û ramanê eleqedar be, şert û mercên têkiliyên wî, awayê fikirîna wî û heta mirina wî deshilatê diyar kir. Benjamin li ser dîrok û hunerê xebatên pir hêja li pey xwe hiştin. Di nav gelek meseleyên ku Benjamin li ser hûr dibû û weke nakokiyê dixuyan de yek jê jî meseleya “nehênî” û “nêzîkki- rinê” bû. ji nêzîk de lênerîna pevxistina deshilatê ji bo…

Read More

“Ez dibêjim qey me ev rastiya han zemanekî fam kiribû, lê dawiyê ji bîr kir: Tu kubarî nikare şopên şidetê paqij bike, hew şidet dikare wan şopan winda bike û mêtingeh ji nevroza mêtingehbûnê ancax gava ku mêtinkar bi darê çekê qewirand rizgar bibe.” (Jean Paul Sartre, Ji pêşgotina Yeryüzünün Lanetlileri) Puxte: Mêtinkar heya roja îro li ku bi cî bûne, pêşiya pêşî serê tivinga xwe rê niş- tecihan dane. Dizanin ku ne ji olana dengê tivingê be wê yek peyva wan bi tenê tesîrê li ser mêtingehê neke. Mêtinkar, li bin siya qeweta ku ji tivinga xwe digirin gav…

Read More

Li ser derengmayîna kurdan gelek tişt hatin gotin. Yek ji kulên dereng- mayîna kurdan jî nivîs e. Her çiqas hin kurdan beriya niha bi çend sedsalan hin berhemên nivîskî ên bi “kurdî” hiştibin jî nivîs di nav kurdan de heta demeke nêzîk nebûye alavekî xweîfadekirin, hûner û fermiyetê, li nav ci- vaka kurdan û xwedî qelemên wan belav nebûye. Mîna pirahiya zimanên cîhanê “gotin” di her warî de têra kurdî kiriye. Zimanê nivîsê jî her çiqas ji alavên hazir ên zimanê jiyana rojane çêbûbe û xwe pê dermale kiribe jî, mîna “zimanekî rojane” tê guhertin, di gelek merhaleyan re derbas…

Read More

Li ser Hefsa Diyarbekirê gelek tişt hatin gotin, lê mixabin piranîya wan bi tirkî bûn. Me weke kovara Zarema xwest ku bi nivîskarê Gardiyanê Bûbê Eser re li ser wî mekanê wehşetê û romana wî ya ku weke wesîqayekê ye hevpey- vînekê bi kurdî bikin. Bûbê Eser piştî derbeya îlonê sê salan di wî mekanê wehşetê, di “5 Nolu”yê de ma û şahidê gelek qewamên li wir e. Bûbê Eser niha li Swêdê dijî. Ji êşkenceyên ku li wir hatin kirin bêhtir (jixwe romana Gardiyan rismekî mezin datîne ber me) me xwest ku derûdora wî mekanê ku di dîroka însaniyetê…

Read More