Puxte: Carl Gustav Jung, gelemperî bi xebatên xwe yên li ser psîkolojîya analîtîk tê nasîn, wî bi nêrînên xwe yên li ser derhişê hevpar û arketîpê hewl daye sembolên gerdûnî yên di xewn û mîtên mirovahîyê de veşartî mane, eşkere bike. Şopînerê wî, Joseph Campbell jî di nava wê sembolîzma hevpar de bala xwe daye ser arketîpa “leheng”ê û vegotina hevşibînên honakî yên di çîrokên gelêrî de bicîbûyî wek “monomît” pênase kirîye. Çerxa monomîtîk, qonaxên lehengê yên veqetîn, kemilîn û vegerînê ku di çîrokên gelêrî de mîna hev in, îfade dike. Têgehên derhişê hevpar, arketîp û monomît ji zû de…